1. Lehengekî Kurda ye. li gorî çîrokê şîrê şêran vexwariye û bi teyrê sîmir re jiyaye. her wiha li gorî taswîran mirovekî albîno ye. edîp polat di pirtûka xwe ya bi navê ristemê zal de albînobûna wî werr nivîsiye. |
|
16.05.2014 02:29 |
cîhana pirtûkên kurdî
|
2. Ristemê Zal merd, şervan, wêrek, welatparêz û şoreşger e. Serokê doza bindestan e. Ti dijmineke zalim nikare li ber Ristemê Zal bisekine. Di çîroka Kurdî de cihekê xwe yê mezin heye. Hin caran bi bandora ola Îslamê di şûna navê Ristemê Zal de Hezretî Elî derbasdibe. Pûşî ya Ristem bi xwîna împaratorên xwînrêj û zalim e. Şûrê wî hebûna wî ya herî pîroz e û ji hesinên esmanî hatiye çêkirin. Destiya şûrê Ristem ji darên kesk, sor û zer e. Bejna wî dirêj, simbêla wî zirav, kirasê wî spî ye. Rû biken e. Şûtika wî sor e. Cihê ew lê derbas be, zalim dilerizin, gul û sosin şad dibin, gur û çeqel boçika xwe hildidin û bazdidin. |
|
11.04.2016 15:34 |
xwelî li ser
|
3. lehengekî destan, çîrok û çanda devkî ya kurdan e. Ristem lawê Zal e. Mirov nizane ka kesayetiyeke rastî ye yan mîtosî ye. Mixabin herçendî dewlemendiya çanda Kurdan e, tirk û farisan xwedî lê derdikevin û bikartînin. Dibêjin bi Alper tunga re şer kiriye. |
|
05.06.2020 02:43 |
xwelî li ser
|
4. lehengekî destanên kurd û gelên îranî ye. |
|
09.01.2024 14:59 |
cinorek
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
zimanê duyemîn yê gelê başûrê kurdistanê [1] |
|
amedspor [1] |
|
têkiliyên ensest [3] |
|
qijika reş [1] |